TR KU SO
FB X
Kurdistan

Konsûlê Tirkiyê serdana Parêzgariya Hewlêrê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2024 20:46

PeyamaKurd – Konsûlê Tirkiyê yê Herêma Kurdistanê, Erman Topçû serdana parêzgariya Hewlêrê kir û ligel Parêzgar Umêd Xoşnaw civiya.

Parêzgariya Hewlêrê ragihand ku di hevdîtinê de, mijarên pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî û perwerdehiyê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hatin axaftin.

Konsûlê Tirkiyê yê Hewlêrê spasiya parêzgar Umêd Xoşnaw kir ku roleke aktîf di têkiliyên herdu aliyan de bicih tîne.

Topçû herwiha di hevdîtinê de daxwa Tirkiyê ya pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî û sektora perwerdehiyê ligel Herêma Kurdistanê anî ziman û warên cuda de anî ziman.

Parve bike: