Kurdistan
Kurd li Parîsê xwepêsandan kirin
PeyamaKurd- Bi sedema Kurdên li Kurdistana Îranê hatin îdamkirin û Îran êrîş kiribû ser kampên bajarê Kurdên rojhilat ku kampên wan li Koyê ne, grûbek Kurd bo proteskirina van kiryarên Îranê li ber balyozxaneya Îranê ya Parîsê xwepêşandan kirin.
Televîzyona dewletê ya Îranê mijara xwepêşandanê weka êrîşa Komelê ya ser balyozxanê nîşan da û ragihand ku grûbeka ji 15 kesî êrîş biriye ser balyozxaneya Îranê. Îran got ku xwepêşandêr camên avahiyê şikandine û bi boyaxên spreyê li ser dîwaran slogan nivîsandine.
Îran mijara şikandina caman û nivîsê dike bahane lê îdam û kuştina Kurdan ji bo xwe rewa dibîne.