TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 2 bajarên Bakurê Kurdistanê qedexe hat ragihandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 20 mijdar 2019 20:23

PeyamaKurd - Li bajarên Mûş û Riha yên Bakurê Kurdistanê qedexeya her cure çalakî û xwepêşandanan hat ragihandin.

Parêzgariyên herdu bajaran ragihandin ku li Mûşê ji bo 15 rojan, li Rihayê jî heta 30 rojan hemû çalakiyên wek meş û xwepêşandanan hatine ‎qedexekirin.‎

Parêzgariya Rihayê wekî sedema qedexeyê metirsiyên li ser ewlekariyê nîşan da û ragihand ku heta 30 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin.

Parêzgariya Mûşê jî ragihand ku ji 19ê Mijdarê saet 00.01 heta 3yê Çileyê ‎saet 23.59an 15 rojan lidarxistina hemû çalakî û bernameyan hatine qedexekirin.

Parve bike: