Li Agiriyê qezayeke mezin çêbû: Gelek mirî û birîndar hene
PeyamaKurd – Îro 7ê Mijdarê piştî nîvro li navçeya Tûtax a Agiriyê otobusa rêwiyan a 21 kes tê de bûn û barhilgirek serserkî li hev qelibîn û di encamê de şewateke mezin derket.
Li gorî nûçeya dawî destwerdana tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê li cihê qezayê dewam dike û heta niha piştrast bûye ku 7 kesan can daye, 11 kes birîndar bûne û rewşa 2 birîndaran jî giran e. Birîndarên qezayê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Tûtaxê hatine veguhestin.
Li cihê qezayê agirekî mezin derketiye û dûxan bilindî esmanî bûye.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan derbarê qezayê de daxuyanî da û eşkere kir, di bûyera îro ya li navçeya Tûtax a Agiriyê de 7 kesan can daye.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag jî ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Tûtaxê derbarê qezayê de lêpirsîn daye destpêkirin.