TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amerîkayê balafir ket: 9 mirî, 3 birîndar

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 berfanbar 2019 14:01

PeyamaKurd – Li herêma Dakotaya Başûr a bajarê Chamberlainê balafireke piçûk ket û di encamê de 2 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku balafira cureya Pilatus PC-12 ya bi yek motorê ku 12 kes tê de bûn, piştî rabûnê bi demekê ketiye û 9 kesên tê de bûn can dane û 3 jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku pîlot jî di nav miriyan de ye û hîn sedema qezayê zelal nebûye.

Parve bike: