TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bajarê Sirnexê ereba sondajê qelibî: 1 mir û yek birîndar bû

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2025 23:05

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê (Şırnak) li Qesrikê ereba sondajê ji desthilata ajotvan derket û qeza kir. Di qezayê de erebe wergeriya, ajotvan jiyana xwe ji dest da û kesekî dinê birîndar bû. Hêzên ewlehiyê û tîmên pêwendîdar li ciyê bûyerê tedbîran dîtin.

Di qezayê de ajotvan Hasan A. û yê pê re M.S. birîndar bûn. Tîmên AFADê, tenduristiyê, cendirme û îtfaiye çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Cizîrê. Hasan A. li nexweşxanê can da.

Parve bike: