Kurdistan
Li Bedlîsê bo 3 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin
PeyamaKurd- Li bajarê Bedlîsê li navçeya Motka bo 12 gund û mezrayan bo 3 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li gor ragihandina parêzgehê qedexe wê heya siet 24 ê şeva 2 yê gulanê dewam bike.
Zarokên gunda bi sedema ku diçin dibistanan, wê qedexe bandorê li xwendina wan neke.