TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çinara Amedê dîsa sewat

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 24 hezîran 2024 01:12

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Taxa Ovabagê ya Çinara navçeya Amedê şewateke ku sedema wê nehatiye zanîn derketiye.

Tîmên agirkuj ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi xebatên tefandina agir kirin.

Di demeke ku li ser şewata di navbera navçeyên Çinar a Amedê û Şemrexa Mêrdînê de derket û 15 kesan can dan, nîqaş didomin de, li navçeya Çinarê dîsa şewat derket.

Jêderên ji Çinarê ragihandin ku tîmên agirkuj ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê gihîştine cihê şewatê û dest bi tefandina agir kirine.

Her wiha dan zanîn ku tîmên piştgiriyê yên ji navçeya Serêkaniyê ya Ruhayê hatine jî gihiştine devera şewatê.

Parve bike: