TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Çiyayê Bagokê sewateke mezin derket

📅 29 tîrmeh 2019 13:21

PeyamaKurd - Li Çiyayê Bagokê yê sînorê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê şewat derket.  Agir bandor li 6 ‎gundên Suryaniyan kir û berî bigihe boriya petrolê û zeviya petrolê ya Botaşê, ji aliyê tîmên berevaniya ‎şaristaniyê ve hat kontrolkirin.‎

Êvara roja Yekşemê li Çiyayê Bagokê navçeya navbera bajarokên Midyad û Nisêbînê yên Mêrdînê de, ji ‎ber sedemeke nehat zanîn şewatek derket. Ji ber bayê xurt di demeke kurt de agir gur bû û gehişte ‎gundê Kefrê ku gundekî Suryaniyan e.‎

— Sertaç Kayar (@Sertac_Kayar) July 28, 2019

Gund di nav dûyê agir de ma û tîmên berevaniya şaristanî û akinciyên gund gelekî hewl dan daku agir ‎negihe nav malan. Welatiyên gundên Kefrê, Hibabê, Badibê, Xirbê Elî, Sêderî û Xirbê Mişka ku hemû ‎Suryanînişîn in, ji bo agir negihe gundan ketin li û tevgerê.‎

Berî agir bigihe boriya petrolê ya Botaşê, ji aliyê tîmên berevaniya bajêr ve ‎hat kontrolkirin.

Parve bike: