Kurdistan
Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
PeyamaKurd – Li herêmên Çala Nêriya û Geliyê Tozê yên Çiyayê Cudî agir bi daristanê ket.
Li herêmên Çala Nêriya û Geliyê Tozê yên Çiyayê Cûdî, şewat derket. Nayê zanîn ku şewat ji ber çi derketiye û her ku diçe belavî qadeke berfirehtir dibe.
Herwiha li gor zanyariyan, şewata ku çend roj bêriya niha li gundê Spîndarok ê dikeve quntarên Çiyayê Cûdî derketibû jî, bi xwe vemirî.
.