Kurdistan
Li Colemêrgê di qezayekê de 2 polîs mirin
PeyamaKurd - Li Gevera Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, wesayeteke polîsan a zirxkirî qulipî. Di encamê de 2 polîsên ji tîmen taybet mirin.
Wesayeteke polîsan a zirxkirî dema ji baregeha leşkeri ya li ser sînorê Îranê vegeriya, li Geverê, li navçeya Colemêrgê qulipî.
Di encama qezayê de 2 polîsên ji tîmên taybet mirin.
Li gor zanyariyan, piştî merasîmê wê cenazeyên polîsan bişînin bajarên ku lê ji dayik bûne.