Li Dêre Zorê çekdaran êrîsî HSDê kir
PeyamaKurd - Hejmareke çekdarên ne diyar, li rojhilatê Dêre Zorê ya Sûriyê, êrîşî navendek Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, li ser rêya di navera Pira Meyadîn û gundê Hiwayic gundewarê Dêre Zorê, hejmareke çekdarên ne diyar êrişî navendek pişkinînê ya HSDê kirin.
Li gor heman çavkaniyan di wê êrişê de 2 şervanên HSD can dane û 2 şervanên din jî birîndar bûne. Heta niha HSD ti zanyarî li ser vê bûyerê belav nekiriye.
Li aliyê din, topxaneyên Artêşa Tirkiyê û komên çekdaran, şeva derbasbûyî gundên Hoşan, Xalidiyê û Ebû Sirre, gundewarê nahiyeya Eyn Îsa topbaran kirin.
Herdu gundên Hoşan û Xalidiyê 4 kîlometre dûrî Nahiyeya Eyn Îsa dikeve. Li gor zanyariyan, heya derengiya şevê jî, topbaran berdewam bû.
Ji aliyekî din, gundên Huriye û Kur Hesen li rojavayê Girê Spî jî hatin topbarankirin lê heya niha ti zanyarî di derbarê topbaranên van gundan de nehatiye zanîn.