Kurdistan
Li Dêrsimê operasyoneke leskerî hat destpêkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê li Geliyê Axpanos û Elîbogazî yên bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî da destpêkirin.
Li gorî zanyariyan operasyona li dijî PKK li Geliyê Axpanosê û li herêma Elîbogazî ya navçeya Xozat a Dêrsimê hatiye destpêkirin.
Di operasyonê de, balafirên şer û helîkopter jî cî digirin ku hîn derbarê operasyonê de zanyarî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve nehatine belavkirin.