Kurdistan
Li Deryaya Egeyê erdhejek çêbû
PeyamaKurd – Li Deryaya Egeyê di saet 02.49an de bi lerza 4an erdhejek çêbû.
Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) erdhej 10,31 kîlometre dûrî navçeya Kuşadasiya Aydinê çêbû.
Kûrahiya erdhejê 13,11 kîlometre hat pîvan.