Kurdistan
Li Diyarbekirê birûskê komek sivan birîndar kir
PeyamaKurd – Li gundekî bajarê Diyarbekir yê Bakurê Kurdistanê, birûskê komek şivan birîndar kir.
Li gor zanyariyan, do li gundê Ortaşar yê bajarokê Çinar yê Diyarbekirê baran bariya û di dema barîna baranê de komek şivan li bin darekê kom dibin. Di wê demê de birûsk li darê dide û 6 şivan birîndar dibin.
Herwiha tê gotin ku rewşa şivanekî ne baş e û du pez jî ji ber birûskê mirar bûne.