Kurdistan
Li Duhokê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Avûhewa û Erdhejên Herêma Kurdistanê ragihand, li Duhokê bi hêza 4.3 erdhejek çêbû.
Bi daxuyaniyekê Rêveberiya Giştî ya Avûhewa û Erdhejên Herêma Kurdistanê diyar kir, îro di saet 07:50yê sibehê de erdhejek bi hêza 4.3 li gor rîxterê, 7 kîlometreyan dûrî Duhokê pêk hatiye.
Herwiha hat destnîşankirin, erdhej 21 kîlometreyan di kûrahiya bin erdê de bûye û tu ziyanek li dû xwe neaniye.