Kurdistan
Li Efrînê teqîneke bihêz çêbû: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Îro înê (12.07.2019) li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi otombêleke bombebarkirî teqîneke bihêz çêbû û di encamê de 2 kesan can da û 7 kes jî birîndar bûn.
Piştî teqînê hêzên hewarçûnê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hêj tu kesî an jî rêxistinê berpirsyariya bûyerê negirtiye ser xwe.