TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê wesayîteke bombebarkirî teqiya

Leyla Denli
Nivîskar
📅 12 îlon 2023 15:31

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojava di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên xwecihî, danê sibê bombeyek ku di nav otomobîla serkirdeyê Asayişa Encûmena Xwecihî ya Efrînê Ebû Emar El-Xotanî de hatibû bicihkirin, li taxa Zediye teqiya.

Hat ragihandin, di encama teqînê de 2 kes mirin.

Li Efrîna ku di Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirk û komên piştgiriyê dide wan ve hatibû dagirkirin, pirsgirêkên ewlekariyê hene. Li navenda bajarê Efrînê û gundewarên wê gelek caran teqîn û êrîş pêk tên.

Parve bike: