Kurdistan
Li Ezirganê çiyayê axê bi ser kana zêr de hat xwar: Gelek karker di bin de man
PeyamaKurd – Li kana zêr a bajarê Ezirganê navçeya Iliçê, di encama şemitîna axa ku wek çiyayekî hatibû komkirin de, bi dehan karker di bin de asê min.
Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku ji 9 bajarên derdorê tîmên hawarçûn û rizgarkirinê dest bi xebatan kirine.
Li kargeha derxistina zêr a hezaz çêbûye de, bi dehan karker dixebitîn û niha rewşa wan nediyar e.
Parêzgarê Ezirganê Hamza Aydogdu li cihê bûyerê ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirine, lê hejmara kesên di bin axê de mane hîn diyar nedbûye.