Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê 5 nexwesên Kovid-19 ê wefat kirin
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jimarên Kovid-19 ê yên roja 7 ê sibata 2022 an bi tabloyekî ragihand. Li gor tabloyê îro 5 nexweş ji ber Kovid-19 ê mirine û 1.161 kes nexweş ketine. Jimarên wezaretê wehanin:
Jimarên Îro:
6.323 test îro hatin kirin
1.161 pêketiyên îro hene
5 nexweş îro wefat kirine
1.796 nexweş îro baş bûne
Jimarên heya îro:
3.875.455 test heya îro hatin kirin
416.319 pêketî heya îro hene
391.870 nexweş heya îro baş bûne
7.261 nexweş heya îro mirine
17.188 dermankirina wan dewam dike