TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê leskerekî Tirkiyê can da

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 05 sibat 2025 23:32

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku li Herêma Kurdistanê di şerê bi PKKê re Piyade Komando Binbaşı Murat Kemal Yetişen can daye. MSB, bi nivîskî weha got:

“Li herêma Pençe-Kilitê (Herêma Kurdistanê) di 5ê Sibata 2025an de, di wexta kontrola arazî de, bi PKKê re şer derket û di encamê de Piyade Komando Binbaşı Murat Kemal Yetişen şehîd ket. Em bi bûyerê xemgîn bûn, Xwedê rehma xwe lê bike, ji bo malbat û hevalên wî sersaxiyê dixwazim.”

Parve bike: