TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îlamê erdhejek bi hêza 3.7 çêbû

Leyla Denli
Nivîskar
📅 13 nîsan 2021 14:31

PeyamaKurd – Li nahiyeya Mûrmûr a girêdayî bajarê Abdanan a ser bi parêzgeha Îlamê ve, erdhejek bi hêza 3.7 çêbû.

Malpera Mîhir a Îranê diyar kir, erdhej îro di saet 05:36ê de, li nahiyeya Mûrmûr a ser bi bajarê Abdanan a ser bi parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê çêbûye.

Li gor heman çavkaniyê, ew erdhej di kûrayiya 8 kîlometreya, di bin erdê de çêbûye.

Herwiha, heta niha di derbarê ziyanên canî û madî yên erdhejê de, tu zanyarî nehatine belav kirin.

Parve bike: