Kurdistan
Li Îranê 117 kesên din ji ber Koronayê can dan
PeyamaKurd – Li Îranê, 117 kesên din ji ber Koronayê can dan û zêdetirî 11 hezar û 600 kesên din jî bi vîrusa Koronayê ketin.
Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir, do 11 hezar û 660 kes bi Koronayê ketin û 117 kes jî ji ber Koronayê can dan.
Herwiha hat destnîşankirin, ji wan kesên ku do bi Koronayê ketine, hezar û 330 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Li Îranê rojane bi hezaran pêketiyên Koronayê jî baş dibin.
Hejmara kesên ji ber Koronayê can dane li Îranê gihîşt 62 hezar û 876 kesan.