TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Îranê di meha Tebaxê de 43 Kurd hatine girtin

📅 03 îlon 2019 13:58

PeyamaKurd- Rêveberiya Îranê her diçe zextên xwe zêde dike. Di meha Tebaxê de bi dehan kes hatin desteserkirin û niha li navendên îstîxbaratê lêpirsîna wan tê kirin.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Mafê Mirovan a Hengawê, di meha Tebaxê de li bajarê cuda yên Îranê, mamoste, xwendekar, jin û zarokên biçûk jî di nav de 43 Kurd hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya rewangehê, ji 43 desteserkirinan 39 bi hincetên polîtîk û siyasî pêk hatine.

Li gorî daxuyaniyê desteserkirin li bajaran pêk hatine:

  • Li bajarê Kurdistanê: 24 bûyer.
  • Li eyaleta Azarbeycanê 25 bûyer.
  • Li eyaleta Kirmanşahê 2 bûyer.
  • Li parêzgeha Îlamê dozek.
  • Li eyaleta Bakurê Xorasanê dozel.
Parve bike: