Kurdistan
Li Kampa Holê welatiyekî Sûrî hat kustin
PeyamaKurd – Li Kampa Holê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku bi deh hezaran malbat û zarokên DAIŞê digel beşek ji penaberan tê de dîmin, dîsa bûyereke kuştinê pêk hat.
Li gorî çavkaniyan ji Kampa Holê, welatiyekî Sûrî yê ji bajaroka Babê bi navê Mistefa Ebdulqadir Cebelî yê 33 salî di nav kampê de hatiye kuştin.
Çavkaniyan diyar kiriye ku ew welatî bi derba tiştekî giran hatiye kuştin û li ling û serê wî şop şopên lêdana amûreke tuj hebûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye Kampa Holê ya ji aliyê HSD û hêzên hevpeymanan ve tê parastin, wekî kampa herî metirsîdar li cîhanê tê zanîn ku rojane bûyerên bi vî rengî tê de pêk tên.