TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê agir derket

Leyla Denli
Nivîskar
📅 11 gulan 2021 15:30

PeyamaKurd – Li kampa Holê ya li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, agir bi çadirên malbatên DAIŞ ket.

Li gor zanyariyan, do agir di nava Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê de derket û di encamê de, hejmarek çadir şewitîn.

Herwiha hat zanîn, agir di nava beşê 2 yê Kampa Holê çêbûye, ew beş cihê malbatên çekdarên DAIŞê ye û di encamê de 13e çadir şewitîn û ziyan tenê madî bûn.

Agir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn (Asayîş) ve hate vemirandin.

Kampa Holê dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û nêzîkî 56 hezar kesan vedhewîne, ji wê hejmarê nêzîkî 8 hezar û 500 ji jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.

Parve bike: