Kurdistan
Li Kerkûkê 2 berpirsên DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 16ê Hezîranê, li Kerkûkê 2 berpirsên rêxistina terorîst DAIŞê hatin desteserkirin ku yek ji wan berpirsê tenduristiyê yê din jî berpirsê biryarên şer bû.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarat û Ewlehiya Iraqê, herdu terorîstên DAIŞê di çarçoveya operasyonên tunekirina çekdarên DAIŞê ya li Kerkûkê de, hatine desteserkirin.
Hatiye diyarkirin ku yek ji wan berpirsê tenduristiyê yê DAIŞê ye û yê din jî berpirsekî navdar ê berpirsyarê biryarên şer ên DAIŞê ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 11ê Hezîranê çekdarên DAIŞê li herêma Falka ya Kerkûkê êrîşî leşkerên Iraqê kiribûn. Di wê êrîşê de 2 efserên artêşa Iraqê hatibûn kuştin û 3 leşker jî birîndar bûbûn.