Kurdistan
Li Kerkûkê bîr û boriya neftê hatin teqandin
PeyamaKurd – Li gundê Sêbiran ê qezaya Sergeran a bajarê Dûbiz ê Kerkûkê bi bombeyeke çandî bîrên petrolê hatin teqandin.
Hat ragihandin ku bombeya çandî li bîrên neftê yên nêzîkî jimareya 87 li gundê Sêbiran li bajarokê Sergeranê li Dubiz a Kerkûkê hatiye teqandin.
Hat diyarkirin ku ji ber teqînan boriyeke nefte jî teqiya ye û nefteke zêde li herêmê berbelav bûye.
Hêj ti aliyekî berpirsiyariya xwe di teqînan de ranegihandiye lê guman tê kirin terorîstên DAIŞê ew teqîn pêk anîne.