Kurdistan
Li Kerkûkê ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hat kustin
PeyamaKurd - Li bajarê Kerkûkê ciwanekî 17 salî hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ragihand ku şeva derbasbûyî li nêzikî Pirdê, li aliyê Kerkûkê, çend kesên nenas teqe li çend kesan kirine û di encama bûyerê de ciwanekî Ereb ê 17 salî jiyana xwe ji dest da û ciwanekî din jî birîndar bû.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê da zanîn ku lêkolîna derbarê bûyerê de destpê kiriye û polîs hewl dide tometbaran bigire