Kurdistan
Li Kerkûkê DEAS ê mayînê teqand: 1 kustî
PeyamaKurd- Li Kurdistanê li bajarê Kerkûkê li navçeya Hawîceyê li ser rêya gundeki mayîna ku ji aliyê DEAŞê de hatibû bicîhkirin bi cîhazê ji dûr de hat teqandin. Di encamê de 1 kes hat kuştin û 1 jî birîndar bû.
Berdevkê asayîşa Kerkûkê Afrasyav Kamil bûyerê ragihand ku bûyer li gundê Hawîceyê li ser rêya gundê Abdûllah Yasîn çêbûye û weha dewam kir:
“ Di dema du bira di rêya gund de bi ereba xwe diçûn mayîn bi kûmandayê hat teqandin. Her weha terorîst li navçeya Riyadê li gundê Mûradiyê bombe danîne ber du dukkanan û teqandine. Niha dukkan nayên bikaranîn ku ew çend zerarê dîtine.”