TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê di nav cihekî qerebalix de bombe teqiya

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2021 14:42

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 5ê Kanûnê danê sibehê bombeyek li bajarê Kerkûkê teqiya û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan bombe li taxa Xirnata li nêzîkî westgeha benzîna Bakur ku cihekî giştî û qerebalix e teqiya û piştî teqînê duxan li nav bajêr bilind bû.

Hat zanîn ku bombe di nava tankerekê de hatibû danîn û di encama teqînê de, hejmarek welatî birîndar bûne û ziyan gihîştiye xanî û dikanên derdorê.

Rêveberiya Polîsê Kerkûkê piştî teqînê dest bi lêkolînê kiriye ku hîn nehatiye zanîn bê ew bombe ji aliyê çi kesan ve hatiye danîn û teqandin.

Parve bike: