TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kobaniyê teqînek çêbû: 2 kesan canê xwe jidest dan

📅 23 nîsan 2020 15:41

PeyamaKurd - Li gundewarê Kobaniyê, bi sedema teqîna bombeyeke vedayî, 7 kes bûn qurbanî.

Li gorî zanyariyên berdest,  da zanîn, li gundê Bozîk yê Kobaniyê bombeyeke vedayî di nava malekê de de teqiyaye û di encamê de 2 kes ji heman jiyana xwe jidest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Li gorî hatiye ragihandin, dibe ku ew  bombe ji paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞê be.

Li Kobaniyê, Reqa û gundewarê Heseke û Dêrazor, gelek caran bombeyên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn vedan teqiyane û di encamê de welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Parve bike: