Kurdistan
Li kuçe û kolanan kisandina cixarê hat qedexekirin
PeyamaKurd – Li ser belavbûna pandemiyê li gelek bajaran tedbîrên bo Kovid-19 ê hatin zêdekirin lê vê carê di nava tedbîr û qedexeyan de kişandina cixarê heye. Li bajarên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê li kuçe û kolanan bi sedema ku ciyên giştîne û malên herkesî tê hesabkirin, li bajarên Maraş, Ordu, Giresun, Kastamonu, Denizli, Ezirgan, Sinop û Kütahyayê kişandina cixarê hatibû qedexekirin.
Piştî van bajaran qedexeya cixarê bo bajarê Kurdistanê bo Mûş ê hat qedexekirin. Li bajarê Mûş ê li meydanên vekirî, kuçe, park, baxçe û kolanan an ku ciyên ku bi giştî xelk bikartîne, kişandina cixarê hat qedexekirin.
Biryar ji aliyê Heyeta Bajêr ya Parastina Tenduristiyê (Hîvzisiha) de hat dayîn.