TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meletî û Çewligê, erdhej çêbûn!

Ruken güler
Nivîskar
📅 23 tebax 2023 17:33

PeyamaKurd- Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro danê nîvrojê, li navçeyên Çewlig û Meletiyê erdhej çêbûne.

Li gorî daxuyaniya AFADê, erdhej îro sadet di 11:09an de li navçeya Gêxî ya Çewligê çêbûye û hêza wê bi 4,2 pileyan hatiye pîvandin. Di dewama agahiyan de hat destnîşankirin ku erdhej di 8,47 kîlometir kûrahiyê de çêbûye.

Li gorî daxuyaniyeke din a AFADê, îro erhejek jî li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê çêbûye. Hat diyarkirin ku ev erdhej jî saet di 10:40an de çêbûye û hêza wê jî 3,6 pile hatiye pîvandin.

Parve bike: