Kurdistan
Li Meletiyê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hat dayîn, erdhejeke bi lerza 4,4an pêk hat ku navenda wê navçeya Yesilyurta Meletiyê ye.
Hat diyarkirin ku erdhej 10,83 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.