TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Dîclê (Pîran) êrîsê birayê saredar kirin û wî giran birîndar kirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2024 23:37

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Pîran (Dicle) li derveyê bajêr, êrîşê kesê bi navê Mahmut Bilgin kirin û çekên mezin lê xistin. Birayê Mahmut Bilgin (44) yê bi navê Abdussamed Bilgin berê ji partiya HDPê bûbû şaredarê navça Pîranê.

Bûyer ber destê êvarê li Pîranê li gundê Yokuşlu qewimî. Bilgin dema kamyona xwe di rê de dajot, kesên nasnama wan nediyar, bi sîliha menzîldirêj lêxistin.

Li ser agahdarkirina cendirmeyan û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Piştî bi birînên Bilgin mudaxele kirin, birin nexweşxana dewletê ya navça Dîcle û ji wê derê birin nexweşxana Diyarbekirê ya lêkolîn û perwerdê ya Gazi Yaşargil.

Jiyana Bilgin di xeterê de ye û li ser bûyerê xebatên lêkolîna edlî dewam dikin.

Parve bike: