TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Hîzanê brûskê li 5 kesan xist û wan birîndar kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2024 01:41

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Hîzanê li gundê Godenstê (Yukarıayvacık) li mezrakî gund, di encama lêdana brûskê de 5 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bûne navên wan; Abdulmenaf Özal, Bayram Eren, Eyüp Zamur, Fikret Arıcı, Yusuf Kara ne.

Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê çûne ciyê bûyerê û birîndaran birine nexweşxanên dewletê yên Hîzan û navça Tetwanê.

Parve bike: