TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navçe Baskale ya Wanê 6 cesedên zilaman hatin dîtin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 13 nîsan 2019 02:41

PeyamaKurd- Li navçeya Başkale ya li ser bajarê Wanê, li ser sînorê Îranê 6 cesedên zilaman hatin dîtin. Ciyê ku cezane lê hatine dîtin ji qereqola ser sînor ya Gullikê 2 km dûr e. Temenê wan li dora 20 an 25 salaye.

Li gor tesbîta ewilî dibe ku van kesan di zivistanê de ji sermaye miribin û piştî hewa germ bû û berf heliya cenaz derketibin ortê. Nasnameya van kesan nehatiye tesbîtkirin û nayê zanîn bê ji kîjan milletîne.

Li gor ragihandina parêzerê bajêr; dibe ku cesed yên koçberan bin. Hêzên asayîşê li herêmê digerin bê cesedên din jî hene an na. Cenaze hatin birin bo nexweşxaneya Başkalê ya dewletê da otopsiya wan bêkirin.

Parve bike: