TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li nêzîkî Kobaniyê di navbera HSDyê û ANSyê de pevçûnên giran diqewimin

İlyas batu
Edîtor
📅 10 berfanbar 2024 18:00

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) êrîşî herêma Bendava Tişrîn a di navbera Minbic û Kobanî de kirin û bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re şerên dijwar diqewimin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li herêma Bendava Tişrînê ji şeva borî ve di navbera komên çekdar ên bi ser ANSyê ve û HSDê de şer û pevçûn diqewimin.

Hate diyarkirin ku ANSyê şeva din gelek caran êrîşî herêmê kir û HSDyê bersiv da.

Pevçûn îro jî berdewam dikin. Hate ragihandin ku HSDyê wesayîtên leşkerî yên girêdayî ANSyê kirine hedef.

Dezgehên ragihandinê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî ragihand ku di pevçûnan de hin endamên ANSyê ê mirine û pevçûn hê jî berdewam dikin.

Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobanî de ye û di bin kontrola HSDyê de ye.

Parve bike: