TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Nisêbînê 2 gumanbarên kustina cerdevanekî hatin girtin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 gulan 2024 21:04

PeyamaKurd – 2 kes bi gumana kuştina cerdevanê bi navê Engîn Aslan li navçeya Nisêbînê hatin girtin. 

 Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 18ê Gulanê cerdevan Engîn Aslan (35) bi awayek mirî hatibû dîtin.

Hate ragihandin ku ji 8 kesên hatibûn binçavkirin du kesên bi navên A.A. û M.A. ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ve hatin girtin. 6 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 

Parve bike: