Kurdistan
Li Rihayê minîbusa koçberan ket nav kanala avê: 6 mirî, 5 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 16ê Kanûnê roja Înê, minîbuseke ku koçber tê de bûn, li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê kontrola xwe ji dest da û ket nav kanaleke avê.
Li gorî zanyariyên dawî di qezayê de, 6 koçberan can da û 5 kesên din ên di minîbusê de bûn jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku mînîbusa ku hîn nasnameya şifêrê wê nehatiye eşkerekirin, li taxa Onculer, nêzikî mezraya Biçer a navçeya Heranê ket nav kanala avdanê.
Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan piştî bûyerê ragihand ku di qezayê da 6 kesan can daye û 5 jê birîndar 19 kesên di minibusê de jî hatine rizgarkirin.
Piştî bûyerê kesek bi gumana qaçaxçîtiya koçberan hat desteserkirin.