TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojava qanûna Saredariyan hate pesendkirin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 08 nîsan 2024 01:15

PeyamaKurd - Meclîsa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi mebesta destnîşankirina yasayên rêveberiyên herêmî û hilbijartinan, li bajarê Reqa yê civiya.

Meclîsê qanûna rêveberiyên herêmî ya Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk ku bi giştî 29 ên sereke û bendan, ji 62 xalan pêk tê pejirand.

Qanûna şaredariyan a ku îro hat pesendkirin babetên sereke yên wek qanûna hilbijartinê, qanûna namzetiyê û tedbîrên beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê destnîşan dike.

Berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojava di derbarê mijarê de ragihandin ku pesendkirina qanûna rêveberiyên herêmî, pêngaveke gring a demokratîzekirina yasayî ya Rojava ye.

Parve bike: