TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûr û Meresê erdhej çêbûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 03 adar 2024 11:23
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê û Mereşê yên bakurê Kurdistanê, îro 3yê Adarê sibehê erdhej çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karasetaran a Tirkiyeyê AFADê ragihand ku li bajarê Semsûrê li demjimêr 06:20 xulekan erdhejekê rû daye.

AFADê diyar kiriye ku navenda erdhejê navçeya Sincikê bûye û kûrahiya erdhejê ji zemînê jî 7 kîlometr bûye. Li gorê daneyên AFADê pileya erdheja çêbûye 3,7 e.

Herwiha Çavdêrxaneya Kandilliyê jî ragihand ku li demjimêr 08:05an li navçeya Elbistan a Mereşê erdhejeke bi pileya 3,4 çêbûye kûrahiya wê jî 5 kîlomtre bûye.

Pisporên erdnasiyê ji bo erdhejên di çend rojên dawî de, li bajarên wekî Çewlig, Colemêrg, Mereş, Dîlok, Wan û xeta fayê ya Karliova ya Semsûrê hişyariyê didin û dibêjin, metirsî heye erdhejên bi pileyên mezintir jî çêbibin.
 
Parve bike: