Kurdistan
Li Semsûrê bi lerza 4,1 erdhejek pêk hat
PeyamaKurd – Kûrahiya erdheja ku di saet 08:21an de pêk hat 7,01 kîlometroyî hat qeydkirin.
Hat ragihandin ku di saet 08.21an de li navçeya Çelîxan a Semsûrê bi mezinahiya 4,1 erdhejek 7 kîlometre di bin erdê de çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, li Semsûr Çelîkxanê bi lerza 4,1ê erdhejek pêk hat.
Bi kûrahiya erdheja ku di saet 08:21an de pêk hat 7,01 kîlometroyî hat qeydkirin.
Alîkarê Parêzgarê Semsûrê Muhammet Tugay jî got, "Niha tu ziyanên canî û malî nehatine tespîtkirin" û da zanîn ku ekîb li qadê skaniyên xwe didomînin.