TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Serêkaniyê û Girê Spî xwepêşandan hatin kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2026 23:02

PeyamaKurd- Li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatine dagirkirin,  li dijî gendelî, kêmbûna xizmetguzarî û qutbûna elektrîkê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hate ragihandin ku îro 2yê Çile bi dehan kesên xelkên bajarê Girê Spî û Serêkaniyê daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin.

Hate diyarkirin ku welatiyan daxwaza baştirkirina xizmetguzariyên wekî elektrîk, gaz û tenduristiyê kir.

 

Parve bike: