Kurdistan
Li Sêrtê erdhej çêbû
Peyamakurd - Li bajarokê Misircê ya parêzgeha Sêrta Bakurê Kurdistanê, bi hêza 5.0 erdhej çêbû.
Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, li navçeya Misircê ya bajarê Sêrta Bakurê Kurdistanê, danê sibê di saet 08:45an de, bi hêza 5.0 erdhejek çêbû.
Di derbarê ziyanên canî û madî yên erdhejê de, tu zanyarî nehatine belavkirin.