TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sêwerekê mamosteyekî di qezayê de can da

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 21 mijdar 2024 21:59

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê di qeza çûnûhatê de mamostê çanda dînî û zanista exlaqî, mamostê dibistana navnedî ya Adnan Menderesê, Beyazıt Sinan Ergeçer jiyana xwe ji dest da.

Xebatkarên perwerdê û mamoste, bi rêvebirên xwe ve ji ber bûyerê xemgîn bûn û rêvebirê perwerdê yê navça Sêwerekê Nuri Kapanoğlu peyama taziyê belav kir.

Beyazıt Sinan Ergeçer, bi eslê xwe ji navça Reyhanlı ya bi ser bajarê Hatayê ye. Piştî ûsûla cenaze bê bicîhanîn, wê cenazê mamoste bişînin navça Reyhanlı ya Hatayê.

Parve bike: