TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Tetwanê, ji ber cemeda rê otomobil gêrî derveyê rê bû: 4 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 26 mijdar 2024 01:42

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê li gundê Kırkbulakê otomobîla ku bi sedema cemeda rê wergeriya, ket derveyê rê û 4 kesên ku di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Tetwan-Hîzanê çêbû. Di qezayê de A.A., B.A., F.A., û N.K. ku di otomobîlê de bûn birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên Bedlîs û Tetwanê.

Parve bike: