Kurdistan
Li Urmiyê helîkoptera leskerî ket
PeyamaKurd - Li herêma Demalper a bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ya Îranê ket.
Li gor ragihandina medya Îranê ya dewletê, helîkoptera leşkerî li herêma Delamper a bajaroka Silavanayê ketiye û alîkarê pîlot li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Herwiha hat ragihandin ku 6 leşkerên din ên di helîkopterê de jî birîndar bûne.
Helîkopterek û tîmên hawarçûnê digel ambulansan gihîştine cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku helîkopter ji ber zêdebûna bayê û rewşa nexweş a hewayê ketiye.