TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê 5ê sibê operasyon: 14 kes hatin binçavkirin

Salih Turan
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2018 14:05

PeyamaKurd - Piştî ku polîsan bi ser grevên birçîbûnê yên li Diyarbekir û Batmanê de girtin û hejmarek endam û rêveberên HDPê binçav kirin, îro danê sibê jî li bajarê Wanê bi ser çalakvanên greva birçîbûnê de girtin.

Hat ragihand di operasyona binçavkirinê ya saetê 5ê sibê de, 14 jinên ku li avahiya HDPê ya Wanê ji bo piştgirîya Leyla Guven û Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê hatin binçavkirin.

Doh di encama operasyona polîsan a bi ser avahiya HDPya Diyarbekirê de jî 25 kes û li Batmanê jî 29 kes bi hinceta ketine greva birçîbûnê hatibûn binçavkirin.

Parve bike: